Rojên Kurdistanê 2022 – Bername

bernameya kurdî

Têbînî: Hemû çalakî ye bi zimane Almanî werin lidarxistin. Heger pewisti ya wergere hebe, ji kerema xwe bi email hidden; JavaScript is required re bikevin têkilî û em ê hewl bidin ku wergêrek werê peydekirin.

28.9. – Saet 18:00 xwarin/ 19:00 ketin û gotûbêj | Alte Gärtnerei
Asxanêji bo hemûyên ku li ser bingeha Tevgera azadiya Kurd tevdigerin

1.10. 20:00 | Sînemaya navendî ya Dresdenê
Sînemaya Kurdistan: “Demsala Reş”

06.10. – 18:00 | afeya li mala navçeyê Louise
Kombûna vekirî li ser Kurdistanê – Rewşa niha ya Kurdistanê

07.10. – Saet: 19 | HfbK – Hochschule für bildende Künste
Dersa li ser jenosîda Kurdan li Bakur (Bakurê Kurdistanê/Tirkiye)wYiPmt6zhtgM*L*uY#6L8GG3

08.10. 12:00 – 16:00 | Johannstädter Kulturtreff e.V.
Roja Çanda Kurdî

Çalakiya vekirinê di 09.10. 14:00 – 17:00 | Navenda Enternasyonalîst Dresden
Pêşangeha “JINWAR – Gundê Jinên Azad”

10.10. – Saet 19 | PlatzDa
“Eger em li ber xwe nedin wê kî bikê?” – Rêxistinkirina jinan û mirovên ji zayendên din ên bindest wekî perspektîfek li dijî baviksalarî tê esasgirtin.

11.10. – Saet 18 | Wêraniyên Trinitatiskirche
28 sal edî bes in!  – Qedexeya PKK û encamên wê ser Kurdên li Almanyayê

12.10. – Saet 19 | bodruma konserê ya riesa efau
Pêşkêşkirina pirtûkê: “Min dixwest gelek tiştan biguherim. Ji jiyana enternasyonalîst Ellen Stêrk”

13.10. – Saet 19 | Roter Salon im Rausch
Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk

14.10. – Saet 17 | Leisniger Platz
Xwepêşandana dawî “Ji bo jiyanê – Kurdistanê biparêze!”


Asxanêji bo hemûyên ku li ser bingeha Tevgera azadiya Kurd tevdigerin

Dîrok: 28.9. – Saet 18:00 xwarin/ 19:00 ketin û gotûbêj
Cih: Alte Gärtnerei, Heidestraße ggü. 21, 01127 Dresden

Axaftvan: Jinên Rojava Diparêzin

Tevgera Azadi ya Kurd li ser bingeha ekolojî, demokrasiya bingehîn û azadiya zayendî rê ya xwe rêxistinkirinê ji civakê re peskes dike . Meclîs, komun, akademî û kooperatîf ne tenê li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, li herêmên din jî tên avakirin û bi vî rengî alternatîfek li dijî kapîtalîzma mêtînger û tineker tê afirandin.
Hûn dixwazin li ser Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurd bêtir fêr bibin? Hûn xwe dipirsin ku taybetmendî ya şoreşa jinê çi ne û esas gotina wateya “konfederalîzma demokratîk” ci yê?
Em dixwazin bi hevalên Jinên Rojava diparêzin ên Dresdenê re bersiva van pirsan bibînin û bi hev re têkoşîn û naveroka tevgera azadiya Kurd baştir nas bikin. Bi dilxwazî ​​pirsên xwe bi xwe re bînin û emê li ser wan pirsan niqas bikin û wisa di rojên Kurdistan 2022, ku di destpêka meha Cotmehê yê werê lidarxistin emê xwe amadebikin.
Her kes bi xêr hatî ye, ku bi me re bixwin û nîqaş bikin û em wisa hevdu nas bikin.
Em wisa dixwazin ku tekilîyek xweş û aram bi hevrê werê avakirin , ser vê esasê nezikatî yên zayendperest, nîjadperest û homofob û tevgerên din ên cudaxwaz cihê wan li cem me tune ye.


Sînemaya Kurdistan: “Demsala Reş”

Dîrok: 1.10. – Saet: 20:00
Cih: Zentralkino Dresden, Kraftwerk Mitte 16, 01067 Dresden

Servan piştî cend sal xwendina zanîngehê vedigere malê û dibîne ku gundê wî hatiye şewitandin. ser vê esasê besdarî tekosina Kurdan dibe. Di pevçûnekê de Servan bi giranî birîndar dibe û ji koma xwe qut dibe. Ji bo ku ji aliyên leşkerên Tirk ve tê şopandin, bi rewsa xwe ya giran, li hevalên xwe digere û neçar dibê ku astengiyên çolê derbas bike.


Kombûna vekirî li ser Kurdistanê – Rewşa niha ya Kurdistanê

Dîrok: 06.10. – 18:00
Cih: Café im Stadtteilhaus Louise, Louisenstraße 41, 01099 Dresden

Axaftvan: Civaka Azad e.V., Jin Rojava Diparêzin, Initiative für Frieden in Kurdistan

Di destpêka rojên Kurdistan 2022 de, danasîna rewşa siyasî ya li Kurdistanê tekûz bingehek didê avakirin. Piştre em dixwazin bi we re û hevalên Înîsiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk re biaxivin û li ser rewşa parçeyên Kurdistanê û wateya wan bi hev re nêrîn û fikrê xwe bi hev re parve bikin. Hûn dikarin pirsên xwe ji bi xwe re bînin.
Çalakî di çarçoveya kombûna vekirî li ser Kurdistanê her roja pêncşemê ji aliyê „Jinên Rojava diparêzin Dresden“ ê û Însiyatîfa ji bo Aştiya Kurdistanê tê organîzekirin û pesxistin. Li vir em bi gelek kesên fedakar û xweş ên ku em di xebata xwe de nas dikin re ramanan diguherînin. Mêhanê naveroka xalan tên guhertin wek plansaziya kampanyayê, ders, gerên nîqaşê an ji fîlmên balkêş hene. Ji ber vê yekê hûn jî werîn – em li hêviya dîtina we ne!

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


Dersa li ser jenosîda Kurdan li Bakur (Bakurê Kurdistanê/Tirkiye)

Dîrok: 07.10.  – Saet: 19:00

Cih: HfbK – Hochschule für bildende Künste, Güntsztaße 34, 01307 Dresden, Hörsaal 222

 Axaftvan: Leyla Îmret

Leyla Îmret di sala 1987’an de li bajarê Cizîr ê Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) ji dayik bû û ji ber ku malbata wê beşek ji têkoşîna azadiya Kurd e, di zarokatiya xwe de hat Elmanyayê. Di sala 2014’an de bû şaredara bajarê xwe Cizîrê. Li ofîsa xwe, wê hemû hêza xwe ji bo pêşxistina ji nû ve avakirinê, mafên wekhev û şert û mercên mirovî li bajarê ku ji encamên şer dikişand, bikar anî.

Ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk li dijî petrola Kurdan konsepta qirkirinê ya dijwar pêk tîne û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê bi erdê re kavil kiriye. Di heyama qefilandinê ya 2015 û 2016an de, derdora 600 kes mirin û 400,000 kes jî koçber bûn.

Di çarçoveya çalakiya vekirina rojên îsal ên Kurdistanê de Leyla Îmret wê serpêhatiyên xwe yên bi faşîzma Tirk re ji me re vebêje û di nav de wê derbasî kozikên mirinê yên Cizîrê bibe. Ev rêze qetlîamên ku artêşa Tirk di 7’ê Sibata 2016’an de li bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê li avahiyên niştecihbûnê yên ku gelek kes ji sûcên şer ên dewleta Tirk ên di dema dorpêça leşkerî de li xwe digirin, pêk anî.

Leyla Îmret îro berdevka Almanyayê ya HDP – “Partiya Demokratîk a Gelan” e, ku çîna wê ji aliyê dewleta Tirk ve bi qedexekirinê re rû bi rû ye. Di hewldana qirkirina çandî de gaveke din.

Em we vedixwînin ku em bi hev re li ser qirkirina çandî ya Kurdan bêtir fêr bibin û behsa wê bikin ku tê çi wateyê û çawa xwe nîşan dide. Her wiha em dixwazin hînî berxwedanê bibin û qurbaniyan bi bîr bînin.

Ji kerema xwe Vernablatt bi rewşa heyî re mijûl bibe û were ceribandin û bi maskek FFP2.


Roja Çanda Kurdî

Dîrok: 08.10.  Saet: 12:00 – 16:00
Cih: Johannstädter Kulturtreff e.V., Elisenstraße 35, 01307 Dresden)

Axaftvan:
Komeleya Hevdîtinên Alman-Kurd e.V.

Dengê Kurdî çawa ye? Bi rastî çend zarava vê hene? Govend çi ye? Cil û bergên kurdî yên kevneşopî çawa xuya dikin?

Mûzîk û huner, urf û edet, ziman û zarava, cil û berg û pêjgeh – ev hemû ci ifadê yên nasnameya kurdî nisan didin. Ev hemû cawa bi daxwazên hebûna gelê Kurd û mafê wî yê azadî û çarenûsê ve girêdayî ne.

Werin em bi hev re çanda kurdî baştir nas bikin û rojekê bi xwarin û mûzîka kurdî bixwin, bireqisin, bistirên û bikenin.

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


Pêşangeha “JINWAR – Gundê Jinên Azad”

Dîrok: Çalakiya vekirinê di 09.10.  Saet: 14:00 – 17:00
Dema pêşangehê 9-23 Cotmeh, 2022
Cih: Internationalistisches Zentrum Dresden, Riesaer Straße 32, 01127 Dresden

Axaftvan: Jin Rojava diparêzin

pêşangeha wêneyan
“JINWAR gundê jinên azad”

Di nava şerê li Sûriyeyê de fikra gundekî ekolojîk ku jin bi awayekî komî û serbixwe tê de jiyan bikin çêbû.

JINWAR cihê avakirin, teşe û zindîkirina jinan e. Cihê ku hemû jin bi hev re azad, komî û bi coş bijîn. JINWAR parçeyek ji berxwedan û têkoşîna guherîna kûr û azadkirina civakê ye. Avakirina alternatîfên civakî yên zindî, rêgezên jiyana komunal û exlaqî ye ku bi avakirina desthilatdarî û şeran rê dide mirovan ku xwe bi xwe tayîn bikin û alternatîfa rastîn a pergala kapîtalîst-patrîarkal a xwe ji nû ve hilber û hilweşîne.

Pêşangeha wêneyan esl û jiyana li gund dide nîşandan. Li ser tabloyan bi nivîsandinek kurt jinên JINWAR’ê jiyan û xebatên xwe yên li gund pêşkêş dikin.

Vernissage: 9.10. Saet 14-17:00’an bi “Jin Rojava biparêzen” Elmanya derbarê JINWAR û pêwîstiya birêxistinkirina xebatên xweser niqas ce bibin.

“Em JINWARê weke parçeyek ji şoreşa Rojava dibînin, em gunde JINWAR li ser heman nirxan ava dikin. Ev ji: Demokrasî, Ekolojî û Azadiya Jinê ne. Ji bo vê yekê em wek komuna jinan parçeyek ji Xweseriya Demokratîk in.”

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


“Eger em li ber xwe nedin wê kî bikê?” – Rêxistinkirina jinan û mirovên ji zayendên din ên bindest wekî perspektîfek li dijî baviksalarî tê esasgirtin.

Dîrok: 10.10.  – Saet 19:00
Cih: PlatzDa,Wernerstraße 21, 01159 Dresden

Axaftvan: Feministische Organisierung Gemeinsam Kämpfen

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mirov li hemberî êrîşên cur bi cur li ber xwe didin. Lê belê ne tenê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk an komên îslamîst di nava berxwedanê de ne, di heman demê de jî, bi awayekî xurt ji bo avakirina civakek azad ji têdikosin. Bi taybetî jin dest bi rêxistinkirina xwe kirinê û ji bo avakirina civakek azad pêşniyaran xwe pêş dixin. Lê xwerêxistinkirin û berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa ye? Çima jin li Kurdistanê xwe xweser bi rêxistin dikin? Kîjan serpêhatî û analîzan bûne sedema vê yekê û di encamê de çi destkeftî hatine bidestxistin? Ev û gelek pirsên din yê werin destgirtin û bi axaftvana ku rexistinbuna feministe “gemeinsam kampfen” (bi hevre tekosinkirin) ye werin niqaskirin Her wiha divê were pirsîn ku destkeftiyên şoreşa jinê ji bo rastiya li Elmanyayê tê çi wateyê û em dikarin çi jê fêr bibin.

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


28 sal edî bes in!  – Qedexeya PKK û encamên wê ser Kurdên li Almanyayê

Dîrok: 11.10.  – Saet 18:00
Cih: Wêraniyên Trinitatiskirche, Trinitatisplatz 1, 01307 Dresden

Axaftvan: Parêzer Lukas Theune

Ruxmê ku kurd li Rojhilata Navîn ji yek hêzen ku li dijî gefên Îslama radikal şer dikin, bi salan rastî zext û êrîşên rejîma Erdogan tên. Kurdên ku li Almanyayê dijîn ji aliyê dadgehên Alman ya ve tên tawanbarkirin, bi sucê ku xebat û rêxistinkirin ji bo PKK dikin. – ji bo gelê kurd ev qadekê mayinkirî ya qanûnî ye. Wêje û muzîka kurdî jî dikarin bibin mijara lêkolînên wiha. Mînak di sala 2018’an de hemû stokên weşanxaneya Mezopotamyayê û mûzîkê ya MIR’ê hatin desteserkirin û heta îro nehatine vegerandin.
Parêzer Lukas Theune bi salan e gelek caran nûnertiya kurdan û însiyatîfa kurdan li dadgehê kiriye. Di destpêka vê salê de wî û hevalekî wî bi fermî serî li Wezareta Karên Hundir a Federal dan, da ku qedexeya PKK’ê bê rakirin.

Di axaftina xwe de behsa zextên dewleta Elman li dijî Kurdan û bi giştî jiyana Kurdan dike. Rapor dike ku bingeh û pêkanîna van dozên tawanên siyasî çiqasî bi pirsgirêk in û dewleta Alman çawa bi rêya wan dibe ajanê rejîma Erdogan, herwiha baldiksinê ku daxwaza rakirina qedexeya PKK’ê bi çi perspektîfan û bi çi hêviyan ve girêdayî ye.

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


Pêşkêşkirina pirtûkê: “Min dixwest gelek tiştan biguherim. Ji jiyana enternasyonalîst Ellen Stêrk”

Dîrok: 12.10.  – Saet 19:00
Cih: bodruma konserê ya riesa efau, Adlergasse 14

Axaftvan: Berhevkaren kollektiv

Pirtûka “Min dixwest gelek biguherim” ku di meha Gulanê de ji aliyê edition assemblage ve hat çapkirin, jiyana Enternasyonalîsta femînîst Ellen Stêrk vedibêje.

Pirtûk bi navbeynkariya nameyên kesane, bîranînên hestyarî û agahiyên rasteqînî, dihêle ku piştî mirina wê jî bi Ellenê re ku li Kurdistanê navê Stêrk li xwe kiribû, nasbuyinek pesbikeve. Çîroka wê we vedixwîne ku hûn cawa bi utopyayan karin qezenc bikin û wiha enternasyonalîzmê ji nû ve bijîn. Ev jînenîgariya ku ji gelek aliyan ve bi awayekî komî hatiye berhevkirin, tegihistinek ya dehsalên dawî ji milê femînîstên li Almanya û Kurdistanê peskes dike.
Du heval ji kolektîfa edîtoran pirtûkê dixwinin û qala Ellen Stêrk û pesketina vê xebatê dikin.

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk

Dîrok: 13.10.  – Saet 19:00
Cih: Roter Salon im Rausch, Bürgerstraße 36

Axaftvan: Komîsyona Ekolojiyê ya Înîsiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk
Wêneyê daxuyaniyê:

Ji xeynî tevgera dadweriya avhewayê, ji bo çareserkirina krîza avhewayê nîqaş li ser “pergalek cûda (aborî)” û bêtir “hev-biryarbûna demokratîk” zêde dibin. Daxwazên ku bi dehsalan ji hukûmetan hatine kirin, negihîştine encamek xurt. Encam ewê ku divê civak bi xwe alternatîfan biafirîne. Lê ew dikare çawa xuya bike? Li ser têgîn û perspektîfên tevgera azadiya Kurd, em dixwazin di dersekê de analîz û perspektîfa xwe parve bikin û konsepteke çareseriya krîza ekolojîk a bi konfederalîzma demokratîk re parve bikin û bidin nîqaşkirin.

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.


Xwepêşandana dawî “Ji bo jiyanê – Kurdistanê biparêze!”

Dîrok: 14.10.  – Saet 17:00
Cih: Leisniger Platz

Ji bo Jiyanê – Kurdistanê biparêze!

Di navbera 6 û 14 Cotmeha îsal de ye rojên Kurdistanê pek werin: Em dixwazin bi hev re hîn bibin, nîqaş bikin, dans bikin, bixwin û hevdû baştir nas bikin. Di dawiya rojên Kurdistanê yên îsal de, em dixwazin bi we re dakevin kolanan û ji bo civakek azad têkoşînê bidin mesandin! Em dixwazin eşkere bikin ku Kurdistan ji bo me tê çi wateyê:

Dinyayek bê bindestî û îstîsmarê. Dinyayeke ku tê de etnîkên herî cihêreng bi aramî bi hev re bijîn, jin û cinsên din ên bindest dikarin bê astengiyên civakî jiyanê xwe bidomînin, biryar bi rengekî demokratîk têne girtin û derdor ji bo berjewendiyan nayên wêrankirin. Tiştê ku em wekî vîzyona cîhanek din dibînin, xetereyek e ji bo desthilatdaran, bi taybet ji bo Elmanyayê jî ev derbasdarê. Ji ber vê yekê mêtingeriyên Erdogan ne tenê tên pejirandin, bi awayekî aktîf tên destekkirin.
Ger li Almanyayê çalakgerên Kurd ji ber xebatên xwe yên siyasî tên çewisandin û çek radestî rejîma Tirk tê kirin, ev eris ne tenê hemberî şervanên herêmê ye . Ev jî nîşan dide ku hemû mirovên ku ji bo cîhanek nû û cûda şer dikin di hedefê de ne.
Bang li me hemûyan tê kirin ku em bê deng nemînin: EM BI HEV RE ŞOREŞÊ BI PAREZIN, JI BO JIYANEK Nû TÊBIKOSIN!

(Em bang dikin:) Werin 14.10. saet 17:00 ber bi Leisniger Platz! Werin em vê hefteyê bi gelek bandorên nû, torgilok û danûstandinan dawiya vî şerî binin!

Ji kerema xwe girêdayî rewşa heyî bi berpirsiyar nêz bibin, xwe test bikin û bi maskek FFP2 werîn.